Mîlyonek kes wê heta 19’ê Îlonê serdana cenazeyê Elizabeth a II. bikin

Cenazeyê Melîke Elizabeth a II. hîna ne hatiye veşatin û merasîma serdana cenaze dewam dike.
Tê gotin hêjmara kesên wê cenaze bibinîn bigihêje 1 mîlyon kesî.
Bi vê yekê re kesên ku dixwazin serdan bikin wê heta 35 saetan di rêzê de bimînin.

Piştî cenzeyê Elizabeth II. ji Edinburgh vegerandin Londonê serdanan despê kir.

Serdan wê heta 19’ê Îlonê dewam bike.

Heta wê demê tê gotin, 1 mîlyon kes serdana cenaze bike.

Ev yek jî wê bigihêje asta herî bilind a qerebalixiya li herêmê.

Li gorî nûçeya rojnameya The Independentê, rayedarên Londonê diyar kirin ku kesên ku dixwazin serdana cenazeyê Melîke Elîzabeth bikin wê heta 35 saetan li rêzê bisekinin.

Serokê Servîsa Polîsê Londonê (Metropolitan) Sir Mark Rowley got;

Wê bi hezaran polîs tev li pêvajoyê bibin.

Yên ku dixwazin xatirê xwe ji Melîke Elizabeth bixwazin, berê xwe didin peyarêyan û li benda dora xwe ne.

Tevî tê pêşbinîkirin herî zêde 350 hezar kes di vê demê de wê karibin melîke bibinîn jî lê tê pêşdîtin hejmara kesên ku diçin herêmê 1 mîlyonî derbas bike.

Yên li Edinburghê xwestin cenaze bibinîn 10 saetan di rêzê de mabûn.

Back to top button