Di şerê Azerbeycan-Ermenîstanê de 100 kes mirin

Dijminahiya bi salan ya navbera Azerî û Ermenan de bi dawî nabe.
Li xeta sînorê van herdu welatan careke din şer gur bûye.
Ji ber Şer heta niha ji her du aliyan nêzî 100 kes mirine.
Alî hev ji êrişê tewambar dikin.
Rûsya ji ji bo rewşa li herêmê aram bibe, Rêxistina Peymana Ewlekariyê ya Kolektîf ku tifaqeke leşkerî ye dişîne herêmê.

Azerbaycanê şeva Duşem-Sêşemê bombardûmaneke giran li gelek herêmên Ermenistanê kir.

Li ser sînor şerekî mezin qewimî.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan doh bi daxuyaniyekê ragihand ku 49 leşkerên Ermen hatine kuştin û dibe ku bîlanço girantir bibe.

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê jî êvara heman rojê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku 50 leşkerên wan hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku şer ji ber ‘provokasyona Ermen’ qewimî ye.

Ev şer di demeke de qewimî ku Rûsya ya ku ji sala 2020’î ve weke ‘hêza aştiyê’ li herêmê ye, li Ukraynayê şer dike.

Rûsya ku navbeynkariyê ji aliyan re dike, ragihand ku ji saet 08:00 ê 13’ê Îlonê û pêve agirbest ketiye meriyetê.

Lê belê li gorî Wezareta Parastinê ya Ermensitanê, Azerbaycanê sibeha Çarşemê jî herêm topbaran kir.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê got,

“Rewşa aloz a li ser sînorê Azerbaycan-Ermenistanê hîn jî dewam dike.”

Civaka navneteweyî jî ji bo agirbesteke lezgîn bang kir.

Yekîtiya Ewropayê xwest, dawî li dijminatiyê bê anîn.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken bang li rêveberên Azerbaycan û Ermenistanê kir ku peymaneke aştiyê çêbikin.

Konseya Ewlekariyê ya Rêxistina Peymana Ewlekariyê ya Kolektîf ku tifaqeke leşkerî ye û Rûsya serkêşiyê jê re dike, li ser daxwaza Erîvanê roja Sêşemê li hev kom bû.

Serokomarê Fransayê Emmanûel Macron jî xwest, tavilê “dawî li dijminatiyê bê anîn û agirbest bê pêkanîn.”

Macron bi rêya telefonê bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev re axivî û bang li Bakûyê kir ku li gorî agirbesta bi Ermenistanê tevbigere.

Macron her wiha ragihand ku Fransa wê vî şerî bixe rojeva Konseya Ewlekariyê ya NY.

Li gorî pisporan, şerê Ukraynayê hevsengiya hêzan a li herêmê guhert.

Tê gotin, Bakû vê yekê ji bo xwe weke firsendê dibîne û hewl de hîn bêhtir tawîzan ji Ermenistanê bistîne.

Dewleta Tirk jî du roj beriya vî şerê dawî, gelek çekên nû bir Bakûyê.

Hate ragihandin ku di dema êrîşan de dronên Tirk jî li herêmê digeriyan.

Back to top button