QSD’Ê DU ŞANEYÊN RAZAYÎ LI GUNDEWARÊN DÊRAZORÊ Û HESEKÊ GIRTIN

Şervanên QSD’ê têkoşîna xwe ji bo tinekirina çeteyên DAIŞ’ê didomîne. Di vê çarçoveyê de, operasyonên xwe yên taybet li dijî şaneyên razayî zêde kirine. Yekîneyên Antî teror ên QSD’ê li gundewarên Dêrazorê û Hesekê du şaneyên razayî yên DAIŞ’ê girtin.

Navenda Ragihandina QSD”ê diyar kir ku, hêzên wan ên Antî Teror li bajaroka Deşîşa ya gundewarên Hesekê, li dijî şaneyên razayî operasyoneke birêkûpêk pêk anî.

Tê de 5 çeteyên şaneyekê ku çeteyên DAIŞ’ê bi qaçaxtî direvandin, girtin.

QSD’ê eşkere kir ku, hêzên destwerdana lezgîn û yên HAT bi piştgiriya Yekîneyên Antî Teror li bajaroka Bisêra ya Dêrazorê jî bi ser şaneyeke razayî de girtin.

Li vir şer navbera şervanan û şaneyê de derket.

Di heman demê de, çeteyekî xwekuj hewl da xwe biteqîne, lê ji aliyê şervanan ve hat kuştin.

Piştî şer şervan derabsî hucreya wan bûn û 2 endamên şaneyê girtin.

Li vir jinek endama şaneyê, hewl da cebilxaneyê bişewitîne, depoyek pê teqiya û birîndar bû.

Di van herdû operasyonan de, hejmareke çek û cebilxaneya şaneyan ket destê şervanan.

Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand ku, di şerê bi çeteyan re, şervanekî wan şehîd bû.

Leave a Reply

Back to top button