Ji Scholz bo Putin: Divê li Ukrayna çareseriyek dîplomatîk were dîtin

Welatên Ewropa ji bo şerê li Ukrayna dawî bibe, zextê li Rûsya dikin.
Almanya û Fransa ji bo vê yekê serkêşiyê dikin.
Serokwezîrê Almanya Scholz ji Serokê Rûsyayê Putin re teqez li ser pêwîstiya çareseriyeke dîplomatîk a di şerê li Ukraynayê de kir.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re peywendiyek telefonî pêk anî.

Li gorî daxuyaniya Berdevkê Hikûmetê Alman, di hevdîtina ku nêzîkî 90 deqeyî dewam kir de, her du lîderan bi giranî şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê û encamên wê gotûbêj kirin.

Serokwezîr Scholz di hevdîtinê de bal kişand ser giraniya rewşa şerê li dijî Ukraynayê û daxwaza “çareseriyeke dîplomatîk” kir.

Di daxuyaniye da hat gotin ku Scholz israr kir ku “Di demeke kin da çareseriyeke diplomatik li ser bingehe agirbeste, vekişandina temam a leşkerên Rûsya û rêzdayîna bû yekparçeyîya xaka Ukrayna were kirin.”

Scholz herwiha teqezî li ser wê yekê jî kir ku “pêngavên nû yên Rûsya ji bo xaka Ukrayna li ser xaka xwe zêde bike wê neyê pejirandin û bê bersiv jî nemîne.”

Yek ji rojeva din a lîderan rewşa santrala nukleere ya Zaporijiya bû.

Scholz îşaret bi pêwîstiya peydakirina ewlehiyê li santrala nukleerî û dûrketina ji her pêngavek ku wê aloziyê zêde bike, kiriye.

Her wiha daxwaz kir ku hemû tedbîrên ku ji hêla saziya Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IEAE) ve hatine pêşniyar kirin werin bicih anîn.

Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku Scholz ji Putin xwestiye ku bi tevahî peymana sewqiyata genim a bi Neteweyên Yekbûyî (NY) û Tirkiyê re bi cih bîne.

Koşka Kremlîn ê jî li ser hevdîtina lîderan daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniya Kremlînê, Putin bal kişand ser wê yekê ku Rûsya ji bo şandina gaza xwezayî welatekî pêbawere, lê ji ber cezayên welatên rojavayî xebatên lênêrînê li xeta boriya Nord Stream 1 nayê kirin.

Serokwezîrê Almanya Scholz û serokê Rûsyayê Putin herî dawî di meha Gulanê de bi telefonê axivîn.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî beşdarî vê civînê bû.

Back to top button