Ukrayna: bêtirî 300 herêm ji hêzên Rûsya paşde hatine kontrolkirin

Rûsya roj bi roj ji armanca xwe ya li Ukrayna durtir dikeve.
Hêzên Ukrayna piştî êrişa dijber ya dayîn despêkirin heta niha li Xarkovê bêtirî 300 niştecih ji bin kontrola Rûsan derxistiye.
Tenê li herêmê ji sedî 15 xaka welat di bin kontrola Rûsya de maye.
Li aliyekî din, Seroka Komîsyona YE got:
Cezayên li dijî Rûsya wê dewam bike û hikumeta Moskow bê li pêşberî wan têk biçe.

Artêşa Rûsya di nava 6 mehên ji êrişa li ser Ukrayna de ne gihişt armanca xwe.

Şer dijwar dibe û li rojhilatê welat li hêzên Rûsya teng dibe.

Artêşa Rûsya li herêma Xarkovê derb li ser derbê dixwe.

Li herêmê êrişa dijber ya hêzên Ukrayna dayî despêkirin roj bi roj zêdetir herêman kontrol dike.

Herî dawî artêşa Ukrayna bajarê Balakliya yê Xarkovê kontrol kir.

https://www.youtube.com/watch?v=ogYtDqk8JMI&t=2s 06:15 pişti

Cîgira Wezareta Parastinê ya Ukrayna Hanna Maliar ev yek di daxuyaniya çapemeniya rojane de piştrast kir.

Maliar diyar kir ku ji 6’ê Îlonê ve, nêzî 3 hezar û 800 kîlomtere çargoşe ji hêzên Rûsya paşde hatiye standin û wiha got:

Bêtirî 300 cihên niştecihgehan û nêzî 150 hezar welatiyên me yên dîl hatibûn girtin, hatin xelaskirin.

Maliar daxuyakirin ku êrîşên li dijî hêzên Rûsyayê yên li herêmê dewam dikin û heta ku herêma Xarkovê bi temamî were kontrolkirin, wê bidome.

Waliyê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Xarkovê Oleg Sinegubo di daxuyaniya xwe de dazanîn ku beriya êrîşa dijber a artêşa Ukraynayê ji sedî 30’ê herêma Xarkovê di destê hêzên Rûsyayê de bû û îro ev rêje ji sedî 15 ye.

YE: Putin wê bibin bikeve û Ewropa wê ser bikeve

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen diyar kir ku ji ber şerê Ukraynayê pêvajoyeke dijwar li pêşiya aboriya Ewropayê ye, lê piştgiriya ji bo Kîevê û cezayên li dijî Rûsyayê wê dewam bikin.

Von der Leyen di axaftina xwe ya li ser “Statuya Yekîtiyê” ya li Parlamenta Ewropayê (PE) de destnîşan kir ku cezayên li ser Rûsyayê “bandora rast” e û wê bidome.

Von der Leyen di civîna PE ya ku hevjîna Serokê Ukrayna Vlodymyr Zelensky, Olena Zelensky wek mêvana rûmetê tê de beşdar bû û got;

Putin wê têk biçe û Ewropa wê biser keve.

Seroka Komîsyona YE teqez kir ku ji bilî Ukrayna, welatên Moldova, Gurcistan û welatên Balkana Rojava jî beşek ji malbata Ewropayê ne.

Von der Leyen xîtabî van welatan kir û got,

“Hûn beşek ji malbata me ne.

Hûn siberoja yekîtiya me ne.

Yekîtiya me bêyî we temam nabe.”

Back to top button