Jinên DAIŞ’î: Li Tirkiyê ji bo tevlîbûna DAIŞ’ê û hatina Sûriyê sazî û cemaet hatine vekirin

Jinên DAIŞ’î yên di kampa Holê de dimînin yek bi yek hevkariya DAIŞ û dewleta Tirk eşkere dikin.
Jinên DAIŞ’î yên ji Tirkîstan û Rûsyayê ku bi ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê û nava refên DAIŞ’ê bûne qala hevakriya Tirkiye û DAIŞ’ê dikin.
Ev jinên DAIŞ’î dibêjin:
Ji bo tevlêbûna DAIŞ`ê û hatina Sûriyê, cemaet û sazî ji aliyê dewleta Tirk ve, hem li Idlibê hem jî li Tirkiyê hatine avakirin.
Ev jinên DAIŞ’î bang li welatê xwe dikin ku wan bibin.

Qonaxa duyemîn a operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja 21’an de dewam dike.

Heta niha gelek jinên DAIŞ’î yên ku hevkariya DAIŞ’ê û Tirkiye bi çi awayî derbasî Suriyê bûne yek bi yek eşkere dikin.

Yek ji wan jinên DAIŞ`î Eyşe Selîm a (42) Tirkistanê ye û Ûygur e

Di 14 saliya xwe de tê zewicandin.

Hevjîn û 2 zarokên wê li Tirkistanê ji ber doza îslamiyetê hatine girtin.

Bi 3 zarokên xwe re bi rêyên qaçax di sala 2014`an de diçe bajarê Stenbolê yê Tirkiyê.

Eyşe ragihand ku saziyên ji bo tevlêbûna DAIŞ`ê û hatina Sûriyê, cemaet û sazî ji aliyê dewleta Tirk hem li Idlibê hem jî li Tirkiyê ve hatine avakirin û got:

Hin kesên ku tevlêbûna çetetiyê dikin, xwe digandin min û ji min re gotin were tev li ‘dewleta îslamî’ bibe.

Di sala 2016’an de Eyşe ji aliyê dewleta Tirk ve bi rehetî derbasî Sûriyê bajarê Reqayê dibe.

Li wir derbasî Baxozê dibin, di şer de DAIŞ’î yê cara duyemîn pêre zewîcî tê kuştin.

Piştî rizgarkirina Baxozê, Eyşe derbasî kampa Holê dibe.

Jina DAIŞ’î Eyşe Selîm: Yên li dijî DAIŞ’ê derdikevin tên kuştin

Eyşe, têkildarî jinên DAIŞ’î yên “El Hesbê” yen fikrê tundraw diparêzîn û kuştinan pêk tinin ev yek got:

Ev kom ji 30 heya 50 kesî pêk tê. Di nava wan de yên biyanî jî hene.

Bi taybet jî yên îdeolojîk ku di aliyê hişmendiya şerîetê de pispor in, di nava wan de cih digirin.

Kes wan nas nake, naskirina wan qedexe ye. Bi taybet li kampê sîxurên xwe çêkirin.

Kî çawa ye, çi dike, agahiyê didin wan. Bi taybet saetên evarî van tiştan dikin.

Bi awayekî rûgirtî dikevin konan û kes jî wan nas nake.

“Jiyana li kampê gelekî zehmet e. Li vir jin gelekî zilmê li me dikin. Agir bi konên me dixin.

Jinên ku şerîetê nepejirînin, ten kustin.”

Jina daiş’î Elbîna Ebdulselam Ebdullah: Em ji Tirkiyê bi hêsanî derbasî Sûriyê bûn, me tu leşker ser sînor nedîtin

Jineke din a DAIŞ`î Elbîna Ebduselam Ebdullah e,

Ew bi esilê xwe ji Rûsyayye.

Di sala 2016’an de bi hevjînê xwe re bi balafirê tê Tirkiyê.

Û ji wir jî derbasî Sûriyê dibe.

Elbîna dibêje bêyî ku yek leşkerî li ser sînor bibe, ji Tirkiyê bi rehetî derbasî Sûriyê bûne.

Destpêkê derbasî bajarê Reqa dibin.

Du caran, her du caran jî bi mêrên Rusî re dizewice û 3 zarokên wê çêdibe.

Jina daiş’î Elbîna Ebdulselam Ebdullah: Li kampê zarokan fêrî rêbazên kuştin û êşkencekirinê dikin

Elbîna destnîşan kir ku ew li kampê bi awayekî domdar rastî gefan tên got:

Jinên DAIŞ’î me bi rêderketina ji dewleta Îslamê tewanbar dikin.

Jinên li kampê zarokên me fêrî rêbazên kuştin û êşkencekirinê dikin.

Elbîna bang li dewleta Rûsyayê kir ku wan ji Kampa Holê derxîne û vegerîne welatê wan û got:

“Em naxwazin li vir bimînin û nikarin li vir jiyan bikin.”

Back to top button