Çalakiya konvedanê ya li Qamişlo ya li ber navenda NY bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ya li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ku li Qamişlo destê pê kiribû û zêdeyî mehekê dewam kir, îro bi dawî bû.
Lê çalegeran eşkere kirin ku heta Tirkiyê ji ber sûcên ku li herêmê pêk anîne neyê darizandin, wê têkoşîna wan bidome.

12’ê Tebaxa Îsal HPC-Jin bi koordîneya Kongra Star li dijî êrişên Tirkiyê konê çalakiyê li Qamişlo veda.

Kon li pêşiya navenda Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY’yê hatibû vedan.

Rojane bi dehan endamên saziyên bajarên herêma Cizîrê beşdar dibûn û piştgirî didan çalakgeran.

Daxwaza çalegeran jî her ev daxwaze..

Piştî 34 rojan ji destpêkirina çalakiyê Îro ev çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Destpêkê bersiva NY’î ya li ser daxwaziyên çalakgeran hate xwendin.

NY’î eşkere kirbû ku ew jî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ne.

Her wiha soza rawestandina êrişan jî daye..

Bi heman armancê jî HPC-Jin jî teqez kir ku ew çalakiya konvedanê bi dawî dikin, lê berxwedana xwe ya li dijî hemû êrişan wê dewam bike..

Çalakger: Li dijî êriş û dagirkeriya Tirk wê têkoşîna me bidome

Çalagerên ku rojene tevlî çalakiyê jî bûne teqez kirin ku wê çalakiyên wan bi rêbazên cuda bênavber dewam bikin.

Berxwedana şêniyên herêma Cizîrê NY’î neçar kir ku bi daxuyeniyekê be jî kirin û sûcên dewleta Tirk a dagirker di qada navdewletî de were nas kirin..

Lê gelê herêmê teqez dike ku heta rizgarkirina herêmên dagirkirî û darizandina Tirkiyê ji ber sûcên xwe wê têkoşîna wan bi xurtî bidome.

Çalakiya konvedanê ya li Qamişlo bi dawî dibe

Back to top button