Meşa ji bo azadîya Rêber APO di roja 4’an de didome

Meşa Dirêj a ciwanan ku 11’ê Îlonê li bajarê Essenê yê Almanyayê ji bo azadiya Rêber APO hate destpêkirin, di roja xwe ya 4’an de ye.
Ciwana îro ji Dusseldorfê berê xwe dan Leverkûsenê.

Meşa Dirêj ku ji aliyê ciwanên Kurd û enternasyonalîst ve ji bo azadiya Rêber APO bi dirûşma “Ji bo Rêber Apo werin cenga azadiyê” destpê kir, di roja 4’an de ye.

Ciwanên ku 11’ê Îlonê ji bajarê Essenê bi rê ketin, piştî sê rojan gihîştin Dusseldorfê.

Meşa ciwanan tevî baranê jî bi coş dewam dike.

Ciwan wê îro bi 20 kîlometreyî bimeşin û êvarê bigihêjin Leverkûsenê.

Meşa ciwanan wê roja Înê li bajarê Aachenê bi dawî bibe.

Back to top button