Serkomarê Îranê Reîsî diçe Amerîka

Şandeyek berfireh ya Îranê ji bo civata Giştî ya NY berê xwe dide Amerîka.
Rêveberiya Tahranê ragihand ku di nava rojên pêş de wê Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî serdana Amerîka bike.
Ji bo serdanê amadekariyên sereke jî bidawî bûne.

Berpirsê Ofîsa Serokomarê Îranê Xulam Hisên Îsmaîl li ser mijarê daxuyanî da û got:

“Niyeta Serokkomar heye îsal tevlî civîna Civata Giştî ya NY ya li New Yorkê bibe.

Ji bo serdanê hemû amadekarî hatine kirin.”

Her çiqas tê gotin ku Amerîka vîzeyê nade Serokkomarê Îranê, lê Berpirsê Ofîsa Serokkomarê Îranê, Xulam Hisên Îsmaîl amade nebû li ser vê mijarê baxive û got:

“Piştî serdana Serokkomar a li Ozbekistanê, em ê vê mijarê zelal bikin.”

Ji duh ve 77’emîn civîna asayî ya Civata Giştî ya NY li New Yorkê destpê kiriye.

Biryare ku di 20’ê Îlonê de civîna Civata Giştî ya NY di asta bilinde bi tevlîbûna kesê yekem ê welatan destpê bike.

Sala borî Îbrahîm Reîsî bi hînceta bi vîrûsa CKoronayê ketiye tevlî civîna Civata Giştî ya NY nebibû.

Îbrahîm Reîsî yek ji rayedarên Îranê ye ku ketiye lîsteya cezayan a Amerîka û Ewropa de.

Ji ber ku salên 1980’an de endamê lijneyek a pêkanîna cezayê darvekirina nêzî 30 hezar girtî bû ketiye vê lîsteyê.

Back to top button