UNICEF: Ji berçîbûnê 500 hezar zarokên Somalî bi mirinê re rûbirû ne

Bi salane dîmenên mirina zarokên Somalî dubare dibin.
Zikên zarokên birçî nayên têr kirin û ji mirinê nayên rizgarkirin.
Vê carê jî metirsiya mirina bêtirî 500 hezar zarokên birçî yên Somalî heye.
Ji ber vê yekê, UNICEF banga alîkariya lezgîn kir.

Li Somaliya bi awayekî rojane zarok ji ber birçîbûnê dimirin.

Metirsiya mirina zarokan jî roj bi roj zêdetir dibe.

Berdevkê Rêxistina Fona Alîkariya Zarokan a Navnetewî ya Neteweyên Yekbûyî( UNICEF) James Elder derbarê krîza xwarinê ya li Somaliya daxuyanî da.

James Elder ragihand ku ji birçîbûnê metirsiya mirina 513 hezar û 550 zarokî, heye.

Zarokên bi temenê 6 mehî heta 5 salî ji ber kêmxwarinê bi lewazbûna parastina laş re rû bi rû ne.

Elder diyar kir ku li gorî raporên ji aliyê tîmên wan ve hatine bi destxistin, ji ber nebûna cih li nexweşxaneyan, piraniya zarokan li erdê tên dermankirin.

Berdevkê UNICEF banga alîkariya lezgîn kir û wiha got;

“Eger alîkariye lezgîn ji wan re neyê kirin wê di hefteyên pêş de yek bi yek jiyana xwe ji dest bidin”.

Di heftiya borî de Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyeke hişiyariya pêkhatina kareseteke mirovî li Somaliya, ragihandibû.

Li gorî raporekî NY di navbera meha Çile-Tîrmehê de 730 zarokên ku li navendên xwedîbûnê dihatin dermankirin, jiyana xwe ji dest dane.

Hikûmeta Somaliya di 23’ê Mijdara 2021’an de ji ber ziwabûna li seranserê welat ” rewşa lezgîn” ragihandibû.

Li gorî Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO), ji sedî 80’ê Somalî bi ziwabûna dijwar re têdikoşin.

Her wiha Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo çareseriya qeyrana mirovî ya li welat, banga alîkariya lezgîn li civaka navnetewî kirbû.

Back to top button