YPG: Hevrêyê me Merwan Derbendîxan şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Merwan Derbendîxan şehîd bûye û nasnameya wî eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku şervanê wan Merwan Derbendîxan dema li ser erka xwe bû şehîd buye.

YPG’ê diyar kir Şehîd Merwan di sala 2017’an de tev li nava refên hêzên wan bû û wiha hate gotin,

“Di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de ji bo nirxên şoreşa mirovahiyê xwîn rijand û birîndar bû.

Hevrêyê me dema li Helebê li ser erka bû di encama qezayekê de şehîd bû.”

YPG’ê sersaxî ji malbata şehîd Merwan û gelê Kurdistanê re xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya Şehîd wiha ye:

  • Nasnav: Merwan Derbendîxan
  • Nav û Paşnav: Alan Cemal
  • Navê Dayikê: Şeyhan
  • Navê Bav: Cemal
  • Cihê Jidayikbûnê: Silêmanî
  • Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb, 16 Çile 2021”
Back to top button