Ji 22 welatan 350 parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

18 meh in ti agahî ji rêber Apo nayê girtin û tecrîda li Îmraliyê roj bi roj girantir dibe. Ji 22 welatan 350 parezaran nameyek ji Wezareta Edaletê ya Dewleta Tirk re şandin û xwestin biçin Îmraliyê.
Parêzeran ev nameya xwe îro li paytexta Belçîka Brukselê bi civîneke çapemeniyê eşkerekirin.

Pêrgala tecrîd û êşkenceyê a girankirî ya li dijî Rêber Apo ev 23 sal in bê navber dewam dike.

Zêdeyî 18 meh in bi ti awayî agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin.

Tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê-DMME ên derbarê zelalkirina rewşa Rêber Apo de û pêkanîna mafê heviyê jî, dewleta Tirk vê yekê binpê dike.

ji 22 welatan 350 parêzeran bi armanca hevdîtina bi Rêber Ocalan re serî li Wezareta Edaletê ya dewleta Tirk dan û nameyek şandin.

Di nameyê de qala binpêkirinên mafan hate kirin ku li Îmraliyê bi awayekî sîstematîk tê kirin.

Parêzeran rewşa li Îmraliyê wekî ‘Tecrîdeke taybet û cihêkar a li ser rêber Apo nirxandin û xwestin ku qedexeya hevdîtina parêzeran bê rakirin.

Parêzeran heman serlêdan ji bo Yekitiya Baroyên Ewropayê, Yekitiya Baroyên Tirkiyê û rêxistinên mafên mirovan a navneteweyî jî kirin.

Parêzer û hiqûqnasan têkildarî serlêdanê, li Kuluba Çapemeniya Ewropayê ya Paytexta Belçîkayê Brukselê civînek çapemeniyê li dar xistin.

Di civînê de gelek nûnerên hiqûq û rêxistinên mafên mirovan û parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Mehmûd Şakar jî amade bûn.

Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Mehmûd Şakar jî di civînê de axivî û spasiya 350 parêzeran kir.

Şakar, destnîşan kir ku Rêber Ocalan ji 15’ê Sibata sala 1999’an heta niha di tecrîdê de ye.

Şakar bi bîr xist wan ji dadgeha jêr heta dadgeha herî jor serlêdan kirine û wiha got:

“Ji sala 1999’an û heta niha, di nava 22 salan de hemû daxwazên me yên ji bo hiqûqa navxweyî û îdareyê hatin redkirin.

Tu serlêdaneke me nehatiye qebûlkirin.

Dema ku mesele were ser rêzdar Ocalan û hevalên wî li Tirkiyeyê hiqûqa navxweyî pêk nayê.

CPT jî heşt caran çû Îmraliyê û rapor weşand.

Pêşniyazên CPT’ê jî nehatin qebûlkirin. Ji ber vê hevgirtina navneteweyî û hempîşeyên me gelekî girîng e.”

Li ser navê Tora Parêzerên Pêşverû yên Brukselê Selma Benkhelîfa jî axivî û anî ziman Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê berê jî di warê tecrîdê de Tirkiye mehkûm kiriye lê Tirkiyyê dîsa dest bi qedexeyan kiriye.

Back to top button