Buroya Hiqûqê ya sedsalê spasiya 350 parêzeran kir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî ku parêzeriya Rêber Apo dike spasiya bi sedan parêzerên ku ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê dane, kir.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo piştevaniya parêzeran spasiya xwe pêşkêş kir û ev tişt gotin: “Ji hemû welatên Ewropayê heta bi Ewistralyayê, ji Başûrê Efrîkayê heta bi Başûrê Koreyê, ji Hindistanê heta bi Emerîkayê, ji Brezîlyayê heta bi Japonyayê, 350 parêzer û saziyên hiqûqê serî li Wezareta Edaletê dan û xwestin bi miwekîlên me rêzdar Abdullah Ocalan, rêzdar Hamîlî Yildirim, rêzdar Omer Hayrî Konar û rêzdar Veysî Aktaş re hevdîtinê bikin.

Muwekîlên me di şertên giran ên tecrîdê de tên girtin û 17 meh in me hay ji wan nîn in.

Em spasiya hemû hevpîşeyên xwe û saziyan dikin ku diyar dikin ku rewşa tecrîdê ya heyî û destwerdana li mafê parastinê li dijî hiqûqê ye û piştgiriya xwe ya bi me re nîşan dan”

Back to top button