Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja 21’an de bi baldarî dewam kir

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku hêzên Asayişê di 25’ê tebaxê de bi piştgiriya QSD’ê û Koalisyonê li Kampa Holê li dijî şaneyên DAIŞ’ê da dest pê kirin, di roja 21’an de dewam kir. Berpirsê navenda ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî jî got, “heta ku operasyon bighêje armanca xwe wê dewam bike.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku hêzên Asayişê di 25’ê tebaxê de bi piştgiriya QSD’ê û Koalisyonê da dest pê kirin, di roja 21’an de dewam kir.

Lêgerînê wekî her roj, îro jî seat 06:00 dest pê kir û bi baldarî dewam kir.

Di roja 20’an a operasyonê de, ango duh, jineke din a Êzidî li kampê hat rizgarkirin.

Ferhad Şamî: Operasyon heta ku bighêje armanca xwe wê dewam bike

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî qale operasyonê kir û got: “Zehmet e û pir zû ye dema bidawîbûna qonaxa duyemîn a operasyonê were diyarkirin.

Operasyon ji bo jihevxistina hebûna Daiş’ê ya li kampê ye.

Operasyon li gorî planê dewam e û dê bidome.”

Her wiha Şamî erkên dikeve li ser milê civaka navnetewî jî bi bîr xist û got: “Em li benda bersiva welatên cihanî ne ku derbarê pirsgirêkên hemwelatiyên xwe yên di kampê de çarekeyê pêşkeş bikin.”

Nifşekî nû li ser fikra DAIŞ’ê li kampa Holê tê mezinkirin

Girêdayî xeteriya zindîbûna Daiş’ê û paşguhkirina civaka navnetewî ji mijarê re, duh ev dîmen ji aliyê rojnamevanan ve hat girtin.

Jinên Daiş’î ku zarokan li ser fikra Daiş’ê mezin dikin li pêş konan tevî zarokan sembolên Daiş’ê bilind dikin û gefê dixun.

Back to top button