Meclisa Olî ya Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk li Qamişlo panelek li dar xist

Meclisa Olî ya Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bi hevkariya Kombûna Oldar û Baweriyên Mezopotamyayê li ser rola olan di pêkanîna aştiyê û astengkiirna şidetê de li Qamişloyê panelek li dar xist.

Meclisa Olî ya Jinan a girêdayî Kongreya Îslama Demokratîk bi hevkariya Kombûna Oldar û Baweriyên Mezopotamyayê panelek li ser rola olan di pêşxistina aştiyê û dûrxistina tundiyê de li dar xist.

Panel li Hola Zana ya Qamişloyê bi beşdariya nêzî 50 nûnerên olan û saziyên sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin.

Di panelê de mijarên, Nêrîna olan di belavkirina aştiyê de û rola wê,

Rola saziyên perwerdeyê û malbatan di avakirina kesayeta zarokan û pêşxistina diyalogê de

Rola ragihandinê di belavkirina aştiyê de û rêbazên sekinandina li hember ragihandinên dijber û Rola saziyên olî yên li Rojava hatin niqaşkirin.

Di mijara yekem de ya nêrîna olan di belavkirina aştiyê de nûnera ola Zerdeştî Huda Şêxmûs, Endama Yakîtiya Jinên Suriyanî Sebah Şabbo, Hevseroka Mala Êzîdîyan Leyla Ibrahîm û rêvebera Akademiya Civaka Demokratîk Besîre Xelîl axivîn.

Di axaftinan de rola olan di pêşxistina aştî û wekheviyê de hate nirxandin û bi taybetî li ser rola jinê di olan de û xebatên wê ji bo pêkanîna aştiyê hate nîqaşkirin.

Di mijara duyem ya derbarê Rola perwerdeyê di avakirina kesayeta zarokan de, endama koordînasyona Kongre Star Welîde Botî û rêveberê Fakulteya Zanistên Olî li Zanîngeha Rojava Mazin Harûnî axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku ji bo avakirina keaseyteke bi nirx li gel zarokan berpirsiyariya mezin dikeve li ser milê saziyên perwerdeyê, û bi rêya perwerdeyê dê azadî û aştî û kesayetên saxlem werin avakirin.

Di mijara rola ragihandinê di belavkirina aştiyê de, hevvseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Malva Elî û rojnamevan Ebdilselam Emîn nirxandin kir.

Di axaftinan de bal hate kişandin li ser rola ragihandina di astengkirina tundiyê û belavkirina aştiyê û hate gotin divê planeke ragihandinê hebe ku têkeve xizmeta civakê û li ser vê mijarê xebatê xwe pêş bixe.

Back to top button