Ebdulkerîm Umer: Divê qada hewayî ya herêmê li pêşiya dronên dewleta Tirk bê girtin

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Umer destnîşan kir ku sedema sereke ya çalakkirina DAIŞ, êrişên dewleta Tirk e.

Ebdulkerîm Umer bi hevkariya komeke dostên kurdan civîneke çapemeniyê li dar xist.

Umer îşaret bi geşedanên li herêmê kir û got: “Tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve hate ragihandin lê xetereya wê hîna li dar e.

Ebdulkerîm Umer di civîna çapemeniyê de rewşa kampa Hol, DAIŞ`iyên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de û xetereya wan li ser herêmê û cîhanê bi giştî bi bîr xist û got:

“Civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî girîngiyê nadin kampa Holê û xetereya DAIŞ`ê.

Em hêvî dikin ku ev pirsgirêk çareser bibe beriya ku karesatek rû bide.”

Umer diyar kir ku yek ji sedemên herî sereke ya ku dihêle DAIŞ li herêmê çalak bibe, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ye.

Back to top button