Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê dest bi ziftkirina gelek kolanên navçeyê kir.
Şaredariyê di çarçoveya projeyên ku pêşkêş dike de, dest bi sererastkirin û ziftkirina kolanên navçeyê kir.
Hevserokê Şaredariya Gel a Til Temirê, Mihemed Baqî Gotî ji ajansa Hewarê re axivî û got:
“Me dest bi projeya sererastkirina kolanên navçeyê kir.
Xebat ji bo ziftkirina kolana taxa şehîd Ebid El Îlah berdewam e.
Me kolana Hîzam (kember) a li taxa şehîd Arkêş sererast kir.
Tenê maye em wê zift bikin.
Xebat niha li taxên şehîd Xebat û Îbrahîm berdewam in.”
Li gorî Gotî, lêçûna ziftkirina kolanên navçeyê 16 hezar û 600 dolar e.