Çeteyekî DAIŞ’ê êrişî hêzên Asayişê kiribû ji aliyê Asayîşê ve hat girtin

Pêr çeteyekî DAIŞ’ê dema ku endamên Asayişê ew dibirin nexweşxaneyê, êrişî wan kir..
Û 2 endamên Asayişê şehîd xist.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku hêzên Asayîşê ew çete girtine.

Navendê derbarê vê yekê li ser rûpela xwe ya Facebookê ev agahî parvekirin:

“Hêzên Asayîşê ên Minbicê çeteyê reviyayî Ebdurehman El Hecî yê ku du endamên Hêzên Asayîşê şehîd xistine girt..

Ew li taxa Hezawne ya başûrê rojhilatê bajêr, girt.

Di encama şerê navbera wî û hêzan de berî ku were girtin, çete birîndar bû.”

12’ê Îlonê, di dema veguhestina vî çeteyî ji girtîgehê ji bo dermankirinê êrişî endamên Asayişê kir ..

Çekeke wan bi dest xist û gule li wan reşand.

Di encamê de 2 endamên Asayişê şehîd bûn ..

Back to top button