Çeteyekî Artêşa Niştîmanî destdirêjî li zarokekî kir û piştire ew kuşt

Her tim em behsa dizî, desteserkirin, revandin, eşkencekirin û kuştinê dikin.
Lê vê carê çeteyên ku dewleta Tirk ew şandine ev kirin hemû derbas kirin.
Çeteyekî Siqur El-Şemal destdirêjî li zarokekî kir û ew kuşt.

Derbarê vê yekê de berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Ferhad Şamî li ser tiwîtera xwe ev agahî parvekir:

Tirkiye herêmên me yên ewle dagir kiriye û kiriye cihê heywanên mirovan.

Ev zarokê Iraqî Yasîn Mehmûd e..

Ji aliyê çeteyên Tirkiyê li Serê Kaniya dagirkirî rastî destdirêjyê hat û piştire ew kuştin.

Di dîmenan de jî xwiya dike nîşanên eşkencê li ser laşê wî têne xuyakirin.

Ev tê wateya ku piştî eşkencekirineke giran ew kuştin.

Li gorî Çavderiya Sûriyê ya Mafên Mirovan vî çeteyî ji ber nakokiya bi (bavê zarokê) re ev zarok revand..

Bavê zarokê Iraqî ye û ew endamekî Tirkiyê ye.

Bijîşkê edlî destnîşan kir ku zarok beriya mirinê rastî tecawizê hatiye, polêsan jî di mala endam da şopa sûc dîtine.

Back to top button