HPG: Encamên şerê li Zap, Metîna û Avaşînê eşkere kir

HPG’ê bîlançoya şerê li Başûrê Kurdistanê a 5 mehan eşkere kir.
HPG’ê diyar kir gerîlayan 1881 çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker pêk anîne, di encamê de 2132 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û 10 helîkopter jî hatin xistin.
Her wiha HPG’ê da zanîn artêşa Tirk ya ku li hember berxwedana gerîla têk çûye, sûcên şer kir û bê navber çekên kîmyewî bikaranîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şerê li Başûrê Kurdistanê ya 5 mehan eşkere kir.

HPG’ê destpêkê diyar kir Artêşa Tirk hesabê wê yekê dikir ku di demeke kurt de wê di şerê li Zap, Metîna û Avaşînê de bigihêje armanca xwe û wiha got,

HPG: Artêşa Tirk a dagirker li berxwedana fedayî ya Apocî qelibî 

“Artêşa dagirker li berxwedana fedaî ya Apocî qelibî. Hêzên me rebaza şer a tîmên bi tevger û tûnelan bi xurtî xistin dewrê, bi taktîkên afrîner û bi asteke bilind her roj çalakî kirin.

Di encamê de jî plan û hesabên artêşa Tirk serûbin kirin. Artêşa Tirk ji bo dawî li rewşa xwe ya xitimandî bîne çarçoveya êrîşan berfireh kir, lê hîn bêhtir di nava çiravê de çikiya û xetimî.”

HPG’ê da zanîn dewleta Tirk ji bo bigihêje armanca xwe, her cure teknîka şer, li dijî qadên bexwedanê bi rengekî hovane bi kar anî û wiha dewam kir;

HPG: Dewleta Tirk 2004 caran çekên kîmyewî bikaranîn

“Ji balafirên şer heta bi balafirên bêmirov, ji helîkopterên êrîşê heta bi her cure tank, top û wesayitên zirxî, hemû bikaranîn.

“Her roj bi sedan carî bombe li qadên berxwedanê barandin. Artêşa dagirker çi hêzên di dest de hebûn, yên mîna leşkerên bi peyman, komando, çete, kontra, yekîneyên bijarte û hêzên taybet, ji bo karibe li dijî gerîla encamê werbigire, seferber kir.

Piştî ku bi rêya van nekarî encamê bi dest bixe, vê carê jî gazên jehrî, bombeyên fosforê û bombeyên nukleer ên ku di asta navneteweyî de qedexekirî ne bi kar anî.

Dewleta Tirk ji bo bigihêje armanca xwe 2004 caran sûcên şer kir û ev sûc jî ji aliyê hêzên me ve hatin bi belgekirin.”

HPG: Di şerê 5 mehan de 105 Gerîlayên me bi qehremanî şehîd bûn

HPG’ê diyar kir dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên navneteweyî û Kurdên noker û xayin, hewl da bigihêje armanca xwe, ji lewra jî pêşîgirtina li vê êrîşa dagirkeriyê, hêsan nebû û wiha domand:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi fedakariyeke gelekî mezin her tişt dan ber çavên xwe û berxwedaneke destanî afirandin.

Ev pêvajoya berxwedanê ya vî şerî tenê bi tevlîbûna gerîla ya fedaî ya Apocî dikarîbû bihata pêşwazîkirin.

Hevrêyên me yên tevlî vê berxwedanê bûn hemûyan li ser bingeha vî ruhî asteke bilind a şer nîşan dan.

105 hevrêyên me yên di nava pênc mehên dawî de şehîd bûn, pêşengî ji pêvajoyê re kirin û destanên lehengiyê afirandin.”

Li gorî daxuyaniyê encamên şer a ji 14’ê Nîsanê heta 14’ê Îlonê wiha ye:

HPG: 1881 çalakî hatin kirin, 2132 dagirker hatin kuştin û 10 helîkopter hatin xistin

Hêzên Gerîla Hezar û 881 çalakî li dar xistin.

Di çalakiyan de 2 Hezar û 132 dagirker hatin kuştin, 12 ji wan kontra û 13 jê payebilind in.

290 dagirker birîndar bûn.

Qadên Berxwedanê 3 Hezar û 274 caran bi balafirên şer,

3 Hezar û 185 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.

Artêşa Tirk 2004 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kirin.

Hejmareke zêde çek û alavên leşkerî yên dagirkeran ketin destên hêzên gerîla.

7 helîkopterên êrişê û 3 helîkopterên skorsky, 2 tank, 15 wesayîtên zirxî, 50 sîstemên kamerayên çavdêriyê, 42 dron û gelek alavên din jî hatin rûxandin.

Back to top button