Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad: Armanca dewleta Tirk dagirkirina tevahî Kurdistanê ye

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad dagirkeriya dewleta Tirk de got, “Armanca dewleta Tirk ewe ku hîn zêdetir xaka Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bike û ji bo pêşîgirtina li vê yekê jî banga yekîtiyê kir. Li aliyê din şandeya KNK’ê serdana Parlamentoya Başûrê Kurdistanê kir û li wir bi Seroka Parlamentoyê Rêwaz Fayeq re civiya.

Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Zeyneb Murad, derbarê hewildanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Kurdistanê ji ajansa Rojnews re axivî.

Zeyneb Murad da zanîn ku gelê Kurd li her çar parçên Kurdistanê di qonaxeke giran re derbas dibe û wiha got: “Rewşa li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê gelek hestiyar û metirsîdare.

Vê yekê kiriye ku dagirker çavê xwe berdin destkeftiyên gelê Kurd.”

Hevseroka KNK’ê îşaret bi êrişên dewleta Tirk jî kir û wiha got: “Êrişên dewleta Tirk roj bi roj berfirehtir dibin.

Dixwaze xwe bigihîne wan sinorên ku di nava mîsaqî mîlî de diyarkirine û ji bo vê dixwaze şerekî mezin bimeşîne.”

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad: Divê em bi ruhekî netewî li dijî êrişan rabin

“Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnek li hemberî aliyên siyasî heye.Vê yekê jî wisa kiriye ku hestên netewayetî hinek lewaz bibin.

Lê pêwîste em bi ruhek netewî bikarin bersiva van êrişan bidin.”

Di dawiyê de jî Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad diyar kir divê hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê li dijî êrişên bibin yek.

KNK’ê serdana parlamentoya Başûrê Kurdistanê kir

Duh jî Şandeya KNK’ê serdana Parlamentoya Başûrê Kurdistanê kir û li gel Seroka Parlametoyê Rêwaz Fayeq civiya.

Rêwaz Fayeq destnîşan kir ku divê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê piştgiriya tevgera beşên din ên Kurdistanê bike û lihevkirineke netewî pêk were.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad jî da zanîn ku divê Parlamento bi rola xwe ya bingehîn rabe û bi awayekî çalak xwedî li têkoşîna beşên din ên Kurdistanê derbikeve.

Back to top button