Swêd.. Sosyaldemokratan têkçûna xwe ya di hilbijartinê de pejirand

Serokwezîra çepgir a Swêdê Magdalena Andersson têkçûna di hilbijartinê de qebûl kir.
Andersson got,
Ew ê îstifa bike.

Seroka Sosyaldemokrat a Swêdê doh têkçûna di hilbijartinê de qebûl kir û serfirazî teslîmî bloka partiya rastgir a bi navê Demokratên Swêdê kir.

Serokwezîr Magdalena Andersson di civîna çapemeniyê de têkçûn qebûl kir û diyar kir ku sosyaldemokratherî kêm ji sedî 30 deng stendine û dibin partiya herî mezin a Swêdê.

Dema dengên bi rêya posteyê û dengê hemwelatiyên li derveyî welat jî hatin, SD û koalîsyona sist a ku ji sê partiyên rastgir ên navendî pêk tên, di parlementoyê de ya ku 349 kursî hene, beşeke zêde bi dest xistin.

Partiyên rastgir ên navendî diyar kirin wê ji bo rastgirên tund piştgiriyê nedin pozîsyonên wezaretê lê di navbera partiyên SD, Demokratên Xirîstiyan û Lîberalan de wê rêveberiyeke çawa were kirin tu peymaneke fermî tune.

Performansa xurt a SD’yê wê dike partiya herî mezin a Swêdê.

Li parlementoyê ji bo bidestxistina tawîzan wê tîne pozîsyoneke xurt.

Serokê SD’ê Jîmmîe Akesson li ser facebookê got;

“A niha wê rewşa Swêdê baştir be.

Em ji polîtîkayên sosyaldemokratên têkçûyî ku 8 sal in welat ber bi cihekî şaş dibin ve aciz bûn.

Dem hatiye ku em ewlekarî, şadî û lihevkirinê dîsa ava bikin.”

Li gorî hejmarên dawîn bloka rastgir ji sedî 49,6’ê dengan û bloka çepgir jî ji sedî 48,9’ê dengan stendiye.

Back to top button