NY rapora xwe ya têkildarî Sûriyê eşkere kir

Beriya Rûniştinên Mafên Mirovan a 51’emîn NY rapora xwe a têkildarî Sûriyê eşkere kir. NY diyar kir êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî û kiryarên wê yên li herêmên dagirkirî, di çarçoveya sûcên şer de ye. Di raporê de, kampa Holê jî cihê xwe digre.

Komîsyona Lêpirsîna Sûriyê ya Navneteweyî ya NY rapora Sûriyê ya ku xwe dispêre lêpirsînên li herêmê û serdema 1’ê Çileyê – 30’ê Hezîrana 2022’an, eşkere kir.

Bi beşdariya Serokê Komîsyona Lêpirsînê Paulo Pinheiro , endamên komîsyonê Hann Magally û Lznn Welcham civîneke çapemeniyê hate lidarixistin.

Pinheiro: Sûriye nikare şerekî din hilgire

Serokê Komîsyona Lêpirsînê Paulo Pinheiro derbarê raporê nirxandin kir û got;

“Sûriye nikare şerekî berfirehtir hilgire lê dibe ku welat ber bi vê rewşê ve biçe.”

Paulo Pinheiro diyar kir li Sûriyê binpêkirinên mafên mirovan û alozî zêdetir bûye û bal kişand ser gef û êrîşên ku Tirkiye li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

NY rapora têkildarî Sûriyê eşkere kir: Li Efrîn, Girê Spî û SerêKaniyê sûcê şer têne kirin

Di raporê de qala binpêkirinên mafên mirovan ên hêzên hikumeta Şamê û ya çeteyên li Îdlîbê hate kirin.

Di heman demê de bi awayekî berfireh qala êrîşên li ser Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê hate kirin û wiha hate gotin;

“Sivîlên tê îddîakirin têkiliya wan bi hêzên Kurd û Rêveberiya Xweser re hene, bi awayekî kêfî tên binçavkirin, êşkence li wan tê kirin û hinek jê piştî ku tên binçavkirin tên windakirin. Aqûbeta hinek kesan jî nayê zanîn. Jinên tên binçavkirin û girtin jî êrîşên zayendî li ser wan tê kirin.”

NY rapora têkildarî Sûriyê eşkere kir: Artêşa Tirk milkiyetên taybet desteser dike

Di raporê de hate diyarkirin li qadên di bin kontrola Tirkiyê de eger binpêkirinên mafan were kirin, berpirsê vê Tirkiye ye û ev tişt hate gotin:

“Artêşa Tirk û çekdarên wê ji bo armancên xwe yên leşkerî milkên sivîlan bi kar tînin. Wekî mînak ji 2020’an ve tê astengkirin ku şêniyên Kurd ên gundê Dawûdiyê yê herêma Serê Kaniyê vegerin warên xwe, mala gelek kesên ji wan hate hilweşandin. Artêşa Tirk milkiyeta taybet desteser dike û mafê tazmînatê yê gundiyan tune dihesibîne, ev jî tê wateya ku binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî.”

NY bo Tirkiyê: Êrîşa ser Kobanê yek ji sûcê şer e

Di raporê de qala êrîşên ku Tirkiye û çeteyên wê yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hatiye kirin.

Di raporê de qala êrîşa di 8’ê Çileya 2022’an de ya li Kobanê ku kesekî jiyana xwe dest da û 12 jî birîndar bûn hate kirin.

Ji ber vê yekê NY diyar kir ku ji bo ku mirov bibêje ev êrîş di çarçoveya sûcê şer de ye sedemên maqûl hene.

Di raporê de qala êrîşên ku Tirkiye bi dronên biçek dike jî hate kirin û hate gotin di van êrîşan de kesên sivîl dibin hedef.

Mijara Kampa Holê jî di raporê de cihê xwe girt.

NY careke din bang li welatan kir ku hemwelatiyên xwe ji kampê bigrin.

Ev rapor wê di 22’ê Îlonê de li Ofîsa Cenevreyê ya NY wê pêşkêşî Rûniştinên Mafên Mirovan a 51’emîn were kirin.

Back to top button