FT: Di cezayên li ser Rûsya de çav li ser Tirkiyê ye

Rûsya ji bo cezayên Amerîka û YE li ser wî ferz kirine bê wate bike dixwaze bi rêyên veşartî bi hinek welatan re bikeve tevgerê.
Di serê van welatan de Tirkiye heye.
Rojnameya Financila Times ragihand ku Amerîka û welatên YE ji rewşa heyî bi fikarin û ji bo vê yekê wê şandeyekê bişînin Tirkiye.

Di wextekî ku Amerîka û welatên Yekîtiya Ewropa cezayên li ser Rûsyayê tûj dikin de, çav vegeriyan li ser Enqerê.

Ji ber ku di nava demên dawiyê de, derbazbûna mîlyaran dolar ya di bankên Tirkiyê de, fikarên welatên rojavayî ya Tirkiye van cezayên wan li ser Rûsya têk dibe derxistiye.

Rojnameya Financial Times (FT) jî li ser mijarê nivîsek berfireh ya bankê ya Tirkiyê ji bo fînansekirina neqanûnî wekî deriyek veşartî tevbigere weşand.

Du berpirsên rojavayî yên ku navên wan nehatin eşkerekirin ji rojnameyê re axivîn û diyar kirin ku Amerîka bankên Tirkiyê yên ku di sîstema Mir a peredana navxweyî ya Rûsyayê de ne, kontrol dike.

Di heman demê de Bruksel xwe amade dike ku şandekê bişîne da ku rasterast fikaran ji Tirkiyê re ragihîne.

Di nûçeyê de, Endama Karûbarên Malî ya Komîsyona YE Mairead McGuinness plan dike ku meha bê serdana Tirkiyeyê bike.

Beriya niha Alîkarê Wezîrê Xezîneyê yê Amerîka Wally Adeyemo jî meha borî Tirkiye hişyar kiribû û gotibû:

Rûsya ji bo xwe ji cezayan xelas bike, Tirkiyê bikar bikar tîne.

Welatên rojavayî yên ji encama cezayên li ser Rûsya hatine sepandin kêm dibînin, li cihê cezayên nû polîtîkaya şidandina cezayên hatine sepandin wê bimeşînin.

Ji ber vê yekê bal li ser Tirkiyê ye.

Hat destnîşankirin tevdîrên ku tê plankirin ji bilî Tirkiyê bên girtin, welatên “Qafkasya, Asyaya Navîn û Kendavê” jî dihewîne.

Hemwextî vê meha derbasbûyî şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayyip erdogan gotibû ew ê xebatên di sîstema Mir a Rûsyayê de berfireh bikin.

Ji bo vê 5 bankên tirkiye jî diyar kiribû.

Sîstema Mir ji aliyê Banka Navendî ya Rûsyayê ve weke alternatîfa Visa û Mastercard ê hatiye çêkirin.

Beriya niha dema cezayên li ser Îranê hatîn ferzkirin de, disan heman rengî Tirkiye bi rêbazên cûda bi Tahranê re bazirganiya xwe dewam kir.

Back to top button