Çîn.. Bêtirî mîlyonek kes ji cih û warê xwe bûn

Li peravên Rojhilat ên Çînê bager û barîna baranê bandorek mezin li welat kir.
Bêtirî milyoneke kes ji cîh û warên xwe derketin.
Li Şanghayê jî bi sedan seferên balafiran hatin rawestandin.

Li Çînê, bi bagera Mûîfa re ba û baranek dijwar barî.

Vê yekê bandorek zêde li peravên rojhilat ên welat kir.

Li gorî agahiyên destpêkê heta niha tiştek bi kesî nehatiye.

Ji ber metirsiya lehiyê yan jî xerabûna xaniyan li Eyaleta Zhejîangê mîlyonek 26 hezar kes ber cihên ewle ve hatin veguhestin.

Li gorî televîzyona cemaweriyê CCTV, bajarê Şanghayê jî ku bajarê herî qerebalix ê welat e, 426 hezar ji şêniyên wê hatin veguhestin û 665 seferên belafiran hatin betalkirin.

Bager ber bi bakurê welat ve diçe.

Servîsên meteorolojiyê diyar kirin ku bager wê pêl bi pêl hêza xwe kêm bike.

Ji sala 1949’an ve bagera herî dijwar ku li welat xistî.

Back to top button