Zelensky ji nişka ve serdana bajarê Îzyumê kir

Di demekî şer li rojhilatê Ukrayan dewam dike de, serokomarê welat Zelensky serdana herêmê kir.
Zelensky serdana bajarê Îzyum kir û soza serkeftinê da.
Her wiha erebeya Zelensky li paytext Kîevê qeza kir û ew ji bi sivikî birîndar bû.

Ukraynî êdî ji serketina xwe ya li pêşberî Rûsya bibawerin.

Êrişa dijber ya hêzên Ukraynî ji Tebaxê ve dayî despêkirin, ev hêviya serketinê xurtir kiriye.

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky doh ji nişka ve serdana bajrê Îzyum yê di nava rojên dawiyê de ji artêşa Rûsya hatî standin kir.

Zelensky di parekirinên li ser medyaya civakî de wiha got:

“Ala me ya şîn-zer li Îzyuma ku ji dagirkeriyê bêpar e li ba dibe.

Ew ê di demek nêzîk de li hemû bajar û gundên Ukraynayê li ba bibe.

Em di aliyekî de dimeşin, ew ji serketin e.”

Di wêneyên ku ji aliyê Ofîsa Serokomariyê ve hatin parvekirin de tê dîtin ku Zelenski çakêtê xwe yê kesk tarî, wek gelek caran di dema şer de li xwe kiriye.

Her wiha bi leşkeran re selfî kişandiye û spasiya endamên hêzên çekdar kiriye.

Zelensky doh got;

Dagirkirina Rûsyayê û ketina Kirimê jî “trajediyek” e û soz da ku nîvgirava ku ji sala 2014’an ve di bin kontrola Rûsyayê de ye vegerîne.

Êrîşa dijber ya hêzên Ukrayna di Tebaxê de li herêma Xarkovê dayî despêkirin seketineke mezin bi xwere anî.

Ukrayna îdia dike ku li herêmê nêzî 6 hezar kîlometre çargoşe ji leşkerên Rûs paşde vekişandine.

Wesayîta Zelensky qeza kir û ew bi sivikî birîndar bû

Di vê navberê de, Berdevkê Serokatiya Ukranyayê Sergey Nikiforov îro bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajarê Kievê wesayîta ku Serokê Ukraynayê Volodomyr Zelenesky têde bû û wesayîtek din lihev ketine.

Nikiforov destnîşan kir ku Zelenesky bi awayek sivik birîndar bûye.

Piştî bûyerê polîs çûn cihê bûyerê û dest bi lêkolînkirin.

Back to top button