Doza nivîskar Mûsa Enter hate taloqkirin

Rûniştina doza Nivîskarê Kurd Mûsa Anter taloqî rojek piştî dembihurîna dozê hate kirin. Têkildarî rûniştinê li Şaxê komeleya mafên mirovan a Enqereyê civîna çapemeniyê hate lidarxistin û hat gotin: “Bikeve ber demboriyê jî nekeve jî em ê vê dozê heta dawiyê bişopînin”.

Nivîskarê Kurd Mûsa Anter di 20’ê Îlona 1992’an de li Amedê hatibû qetilkirin.

Doza derbarê qetilkirina Apê Mûsa de, tevî Doza Sereke ya JÎTEM’ê doza qetilkirina Ayten Ozturk a ku ji aliyê Mehmûd Yildirim ê bi navê ‘Yeşîl’ hatibû qetilkirin, bûbû yek.

Rûniştina biryarê ya dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 6’emîn a Enqereyê hate kirin.

Kurê Mûsa Anter Dîcle Anter tevî hejmarek parlementer û siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl tevlî rûniştinê bûn.

Hate diyarkirin derbarê bersûc Hamît Yildirim kontrola edlî nehatiye pêkanîn, li gel ku biryara girtina hinek bersûcan heye jî bersiv nehatiye dayîn.

Dîcle Anter got: “Di van şertan de êdî gotin nemaye.

Ev sûcekî mirovatiyê ye. Em ê li qada navneteweyî têkoşîna xwe bidomînin.”

Heyeta dadgehê ev biryar da “Divê dîsa aqûbeta bersûc Abdulkadîr Aygan were pirsîn, li benda nivîsa ji Wezareta Edaletê re were sekinandin a derbarê Cemîl Işik ê ku li Elmanyayê hatibû kuştin, derbarê bersûcên divê werin girtin divê fermana girtina wan bidome.

Li gel ku wê doz di 20’ê Îlonê de têkeve ber dembihurînê heyeta dadgehê rûniştin taloqî 21’ê Îlonê kir.

“Ji bo me doz neqediyaye”

Têkildarî danişînê ku xeteriya demboriya wê heye li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civîna çapemeniyê hate lidarxistin.

Di civînê de hate gotin: “Bikeve ber demboriyê jî nekeve jî em ê vê dozê heta dawiyê bişopînin.

Ji bo me doz neqediya ye.”

Back to top button