Fermandara Herêma Cizîrê ya YPJ’ê Dilbirîn Kobanê û Yek ji Fermandarên YPJ’ê Evîndar Denîz ku cihê xwe di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de digirin behsa giringiya Operasyonê kirin. Fermandarên YPJ’ê dibêjin: “Xilaskirina du jinên Êzidî ji destê DAIŞ’îyan destkeftiya herî mezin a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ye.
Bi armanca pêkanîna ewlehî û aramiyê li kampê Hole Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya YPJ û QSD’ê di 25’ê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dan destpêkirin.
Operasyon di roja 22’an de dewam dike.
Fermandara YPJ’ê ya Herêma Cizîrê û Koordîneya qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê Dilbirîn Kobanê behsa Operasyonê di jihevxistina rêxistina jinên El-Hisbê destê rast ê DAIŞ’ê de kir .
Dilbirîn Kobanê da zanîn ku Tirkiyê ji jinan re gotiye ku biçin tevli DAIŞ’ê bibin û rêxistineke El-Hisbê ava bikin.
Fermandara YPJ’ê Dilbirîn Kobanê diyar kir ku wan 2 jinên Êzidî û 3 jinên Ereb ên bi zincîran hatibûn girêdan rizgarkirin.
Evîndar Denîz: Destkeftiya herî mezin a operasyona li Holê xilaskirina jinên Êzidî ye
Yek ji Fermandarên YPJ’ê ku cihê xwe di Operasyona li kampa Holê de digre Evîndar Denîz behsa xetereya kampa Holê kir û wiha anî ziman:
Evîndar Denîz da zanîn ku kampa Holê berpirsyarî giştî ye û ji hemûyan tê xwestin û çareseriya wê jî divê bi giştî bê kirin.
Yek ji Fermandarên YPJ’ê Evîndar Denîz anî ziman ku wê heya hebûna hişmendiya tundraw a DAIŞ`ê pêngavên wan berdewam bikin û got:
Divê hemû jinên li cîhanê li vê têkoşîna YPJ`ê ya li dijî hişmendiya DAIŞ`ê xwedî derkeve, cihê di nav de bigire û piştgirî bide.