Sûc û hovîtiya dewleta Tirk li herêmên dagirkirî

Li herêmên dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên ên mîna kuştin, revandin, dizî, talanî û destdirêjî bê navber dewam dikin. Çeteyekî dewleta Tirk li Serê Kaniyê yê dagirkirî, destdirêjî li zarokekî kir û piştî êşkence lê kir ew kuşt. Li Efrîna dagirkirî jî, çeteyekî dewleta Tirk jineke 20 salî a ji gundê Basûtê piştî ku bi zora çekê ew revand û pê re zewicî, li malbata wê vegerand. Çeteyan 8 welatîyên din ji Efrînê û navçeyên wê revandin.

Li herêmên dagirkirî, sûc û hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ên mîna kuştin, revandin, destdirêjî, dizî û talan bê navber dewam dike.

Çeteyekî ineke ku bi zexta çekan pê re zewicî, li malbata wê vegerand

Li Efrîna dagirkirî jî heman dagirker û hişmendî ye.

Jinên li herêmên dagirkirî dijîn yên herî zêde êşê dikşînin û sûc li dijî wan têne kirin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku jineke 20 salî ji navçeya Basûtê di bin zextê çekan hate revandin û bi çeteyekî re hate zewcandin.

Çete piştî 15 rojan ji zewacê jina 20 salî vegerande malbata wê.

Hate ragihandin çete gef li malbata wê jinê xwar ger giliya wî were kirin.

Çeteyên dewleta Tirk 8 welatî ji Efrînê û navçeyên wê revandin

Li aliyê din revandina welatiyan li ser destê çeteyan dewam dike.

Çete ji bo pereyan ji welatiyan werbigirin, bi hincetên bêbingeh wan direvînin û li hemberî berdana wan pere ji malbatên wan dixwazin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çeteyan 8 welatî di nav de jinek ji Efrînê û navçeyên wê revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne:

Mihemed Bekir Cerko ji Şiyê.

Ednan Silêman Bekir ji Cindirêsê.

Mihemed Mihemed Oso û Şîraz Xelîl Mihemed ji Cinidrêsê.

Riyad Xalid Cuha yê ji gundê Fafertînê yê Şêrawa.

Yasir Yûsif ji Helebê ye li Efrînê hatiye bicihkirin.

Yasir Nasan ji gundê Mariska yê Şera.

Heval Oriya Sîmo ji navenda Efrînê.

Heta niha jî tu agahî derbarê kesên revandî de nehatine wergiritn.

Termê kesekî nenas ku nîşaneyên êşkenceyê lê ye li Efrînê hate dîtin

Li aliyê din, termê kesekî nenaskirî di nava zeviyên nêzî sînorên Tirkiyê de kuştî hate dîtin.

Li gorî ku Tora Çalakvanên Efrînê ragihandiye, li ser term nîşaneyên êşkenceyê hene.

Back to top button