Rêveberiya Xweser a Firatê: Berxwedana Kobanê doza Kurd kir dozeke navnetewî

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û Kombûna Jinên Zenûbiyayê ya Tebqa bi boneya salvegera êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê daxuyanî dan û diyarkirin ku ji bo rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî, wê têkoşîn dewam bike.

Rêvberiya Xweser a Herêma Firatê bi boneya salvegera 8’an a êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê daxuyanîyek da û berxwedana Kobanê pîroz kir.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed daxuyanî li Qada Jina Azad a Kobanê xwend.

Nîhad Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk jî di wê demê li hêviya helweşîna Kobanê bû, lê hêviyên dewleta Tirk û DAIŞ’ê pêk nehatin.

Ehmed îşaret bi berxwedan û tekoşîna şervan û şêniyên kobanê kir û wiha got: “Bxwedana ku welatiyên kobanê li dijî çeteyan rabe kirin di dîroka rizgarî û têkbirina terorê de bû qonaxek”

Nîhad Ehmed da zanîn ku berxwedana Kobanê hişt ku doza kurd bibe navneteweyî û di civînên navneteweyî amede bibe.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed di dawiyê de bang li gelê herêmê kir ku destkeftiyên şehîdan biparêzin û pêş dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya: Mîna DAIŞ’ê wê dagirkerî jî têk biçe

Her wiha Endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser berxwedana lehengane ya ku şêniyên Kobanê û şervanên xwe li dijî DAIŞ’ê kirin û wiha hate gotin: “Ji Kobanê hêvî û ronahî derket. Şêniyên wê berxwedana dîrokî raber kirin û pişta DAIŞ’ê şikand.”

Endamên kombûnê di daxuyaniyê de soz dan ku ewê riya şehîdan bişopînin û weke ku DAIŞ’ê hate têkbirin ew ê dagirkeriyê jî têk bibin.

Back to top button