Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê di roja 22’an de dewam kir

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê di roja di roja 22’an îro dewam kir. QSD’ê derbarê operasyonê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo hêzên Asayişê heta jihevxistina şaneyên DAIŞ’ê dewam bikin.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku hêzên Asayişê di 25’ê tebaxê de bi piştgiriya QSD’ê û Koalisyonê da dest pê kirin, di roja 22’an de dewam kir.

Lêgerînê wekî her roj, îro jî seat 06:00 dest pê kir.

Derbarê operasyonê de, navenda Ragihandinê ya QSD’ê daxuyaniyek da.

QSD: Heta jihevxistina şaneyên DAIŞ’ê em ê destekê bidin operasyonê

QSD’ê diyar kir ku operasyon li gorî hatiye pilankirin bi rê ve diçe û got: ” Ji bo zuhakirina jîngeha tundrawiyê li kampa Holê, operasyona ku hêzên Asayişê daye destpêkirin, li gorî plan û armancên wê dimeşe.

Hêzên me ku piştgiriya operasyonê dikin, wê pabendî erkên xwe yên destekdayîn û piştgiriyê bin û heta pêkanîna hemû armancên operasyonê, li kampê yan jî li derve.”

Her wiha QSD’ê di daxuyaniya xwe de tîne ziman ku divê civaka navnetewî ji bo çareserkirina pirsgirêka kampa Holê erkên xwe bi cih bîne.

Back to top button