Nûnerê Serokê Rûsyayê bi şandeyeke MSD û hêzên siyasî yên Sûriyê re civiya

Şandeyeke hêz û partiyên Sûrî bi nûnerê serokê Rûsya Federal ê Rojhilata Navîn û Bakurê Afîrkayê Mikhail Bogdanov re civiya.

Der barê civînê û encamên wê de, endamê Meclisa Serokatiay MSD`ê Sîhanok Dîbo axivî û got:

“Em bi nûnerê taybet ê serokê Rûsya Federal ê Rojhilata Navîn û Afrîkayê re civiyan.

Me di civînê de fikrên ku pêkan in pêk werin pêşniyar kirin ku dikarin li gorî rêgezên sabît ên çareseriyê û li gorî biryara 2254 jê destpê bibe.

Me mijarên xêrxwaziyê, mirovî, şerê terorê û rêxistinên terorîst nîqaş kirin ku divê ev yek ji rêgezên bingehîn ên çareseriya aloziya Sûriyê bin.”

Sîhanok Dîbo diyar kir ku di vê dema hesas de pêwîstî bi avêtina mîna vê gavê heye ne tenê bi Rûsyayê re lê belê bi hemû aliyên ku dikarin li wan guhdar bikin.

Back to top button