“Çanda me biryardariya me ya berxwedanê zêde dike”

Di roja dawî ya Festîvala Girê Spî ya Çand û Kultûrê de gelek berhemên gelêrî hatin pêşandan û bejdaran diyar kirin ku dewleta Tirk nikare nasname û koka wan a şax daye, tune bike.

Duh Festîvala Girê Spî ya Çand û Kultûrê bi dirûşma “Çanda me biryardariya me ya berxwedanê zêde dike”, li gundê Til Semin li dar ket.

Di roja dawî ya festîvalê de, dîsa şowên hêştir, govenda koçeran, stran ji aliyê komên Reqa, Tebqa û Kobanê ve hatin pêşandan.

Koçberê ji kantona Girê Spî Salih El Hecî ku tevlî festîvalê bûye got:

“Em bi çanda xwe ve girêdayî ne, ew beşek ji nasnameya me ya resen e.

Tevlî hewldanên dewleta Tirk ku bi rêya şerê taybet, hewl dide nasname û çanda me biçewisîne lê em ev ji çanda xwe bernadin.”

Di dawiya festîvalê de, li ber stranên herêmê xelekên govendê hatin gerandin.

Back to top button