Fehid El Şilaş: Kampa Hol qada perwerdekirina nifşê nû yên DAIŞ’ê ye

Şêxekî êla Benî Seîd a li Minbic Fehid El Şilaş diyar kir ku kampa Hol qada perwerdekirina nifşekî nû ya çeteyan e.
Her wiha da zanîn ku piştevanê mezin ê DAIŞ`ê, dewleta Tirk a dagirker e. 

Fehid El Şilaş li ser pêkanîna pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” li kampa Holê, spasiya Hêzên Asayîşê kir.

El Şilaş got :

“Kampa Holê ji bo perwerdekirina çeteyên DAIŞ’ê zemînekî guncaw e..

Mirov dikare bêje kampa Holê qada perwerdekirina nifşên nû yên çeteyên DAIŞ`ê ye. ”

El Şilaş ev li gotinên xwe zêde kir:

“DAIŞ nikare tu kiryaran bi tena xwe pêk bîne..

Em tevda dizanin ku dewleta Tirk li pişta wê ye ..”

Şêx Fehid El Şilaş bang li civaka navneteweyî kir ku bi çavdêriyeke navneteweyî dadgeheke cezayî ya navneteweyî av a bibe..

Û divê hemû dewlet hemwelatiyên xwe yên di nav çeteyên DAIŞ`ê de vegerînin .

Back to top button