“Ava qirêj ji sedemên belavbûna Kolêrayê ye”

Meclisa Tenduristî ya taxên Şêxmeqsûd û Helebê dest bi hemleya hişyariya ji nexweşiya Kolerayê û rêbazên xweparastinê kir.

Meclisê 3 hezar belavok der barê nexweşiyê de belav kir û di nav komînên herdu taxan de semîner dan şêniyan.

Girêdayî vê nexweşiyê hevserokê Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Neşet Zîbar hişyarî da û da zanîn ku ev nexweşî bi gelemperî ji ber ava qirêj pêş dikeve.

Zîbar wiha domand:

“Ava qirêj yek ji sedemên vegirtin û belavbûna Kolerayê ye, dibe ku baktîrî di axê, ava bîran, xwarinên deryayî û sebze û fêkiyan de be, nexasim ên neqeşartî wek tirî û tûyan.”

Der barê nîşaneyên nexweşiyê de, Neşet Zîbar got:

“Nîşaneyên wê navçûn, zuhabûn, êş di zik, sîng, dest û piyan de ne.”

Zîbar destnîşan kir ku dermana Kolêrayê ew e ku mirov pir avê û şilemeniyan vexwe.

Neşet Zîbar wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Heta niha li herdu taxan tu kes bi kolerayê neketiye.

Back to top button