PDK’Ê JI BO PARASTINA LEŞKERÊN TIRK RÊYÊN QAÇAX VE DIKE

Dewleta Tirk a dagirker, dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berfireh dike. Dewleta Tirk bi alîkariya PDK’ê baregehe nû li Şêladizê ava dike.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagiker li Girê Rabêeî yê bajarokê Şêladizê û girên li Şêladizê amdaekariya avakirina baregehên nû dikin.

Çavkaniyekê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, ragihand ku ew kesên ji bo avakirina baregeha nû kar dikin li bajarokê Şêladizê girêdayî PDK’ê ne.

Çavkaniyê ragihand ku PDK ji bo parastina leşkerên dewleta Tirk a dagirker ji ber nerazîbûnên gelê Şêladizê, di navbera Şêladiz û Dêrelokê de rêyên qaçax vedike.

Gelê Şêladizê 26’ê Çileya 2019’an li dijî dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk çalakî lidarxisitbû û baregeha Sîrî ya li Şêladizê şewitandibûn.

Niha PDK’ê bi hemû şêweyî gelê Şêladizê asteng dike û dixwaze gelê Şêladizê li dijî PKK’ê rêxistin bike.

PDK di vê plan û siyaseta xwe de ser neket û gelê Şêladizê li dijî PDK’ê derketin.

Leave a Reply

Back to top button