Koordînasyona KJK’ê: Şehîd Delal Nûrhak û Zîlan Qamişlo rêya me ronî dikin

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyeke şehîd Delal Nûrhak û Zîlan Qamişlo bibîranî û got:
Emê li Kurdistanê bi pêkanîna şoreşa demokratîk û şoreşa jinê hesab ji dijmin bixwazin û ji daxwazên şehîdan re bibin bersiv.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistan-PAJK’ê 13’ê Îlonê şahadeta Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Delal Nûrhak (Esma Arat) û Zîlan Qamişlo (Gulistan Osman) a ku bi wê re şehîd ketibû, ragihand.

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyeke Şehîd Delal Nûrhak û Zîlan Qamişlo bibîranî û got:

“Şoreşa Kurdistanê bi dayina berdêlên mezin rêya me ronî dikin.

Herî dawî di êrîşa artêşa Tirk a faşîst de ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hevalên me Delal Nûrhak û Zîlan Qamişlo şehîd bûn.

Van hevalên me rêya me ronî kirin, bedew kirin û bi fedakirina canê xwe şoreşa jinê mezintir kirin. ”

KJK’ê di daxuyaniya xwe de balkişand li ser kesayeta Şehîd Lelal Nûrhak û ev nirxandin kir:

Hevala Şehîd Delal Nûrhak gav bi gav bi kedeke mezin kesayetyia xwe bi şoreşa jinê afirand, bi şoreşa jinê re bû yek, jiyan û têkoşîna xwe bi vî rengî meşand.

Ji qada Rêbertî heta metropolan, ji metropolan heta zindanan, ji zindanan heta çiyê, karên aborî û jinê, Konseya Rêveber a KJK’ê û Koordînasyona PAJK’ê, cihê xwe di gelek çeperên şoreşê de girt.

Li her qadê bi hevrêtiya xwe, bi hêz û hunera xwe ya milîtanî şopeke mezin li pey xwe hişt. Di meşa têkoşîna mezin a sih salî de hertim bi coş û kelecan xebat meşand.

KJK’ê Şehîd Zîlan Qamişlo jî weke jineke ciwan a bedew û têgihîştî pênasekir û got:

Hevala me Şehîd Zîlan Qamişlo jî li ser bingeha civakîbûna şoreşa jinê û têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê, li Rojava dest bi têkoşînê kir û meşa şoreşa jinê li çiyê gihand asta herî bilind.

Her ku mezin bû hîn bêhtir bi nirx, Rêbertî, Partiyê û azadiya jinê ve hate girêdan, bi zanebûn xwedî lê derket û bi vê têgihiştinê armanca xwe mezintir kir.

Kesayetiya xwe ya bedew û bi wate her tim di vê meşê de ava kir.

Wek jineke ciwan li dijî jiyana pergala kapîtalîst bû jineke ciwan a herî bedew.

KJK’ê di dawî de teqez kir ku li Kurdistanê bi pêkanîna şoreşa demokratîk û şoreşa jinê wê hesab ji dijmin bixwazin û ji daxwazên şehîdan re bibin bersiv.

Back to top button