Elî Kerîmî: PDK wek saziyeke dewleta Tirk li dijî Kurdan kardike

Çavdêrê Siyasî Elî Kerîmî diyarkir ku PDK’ê beşek ji saziyên dewleta Tirk e, êdî ji her alîve ji bo Tirkî kar dike û Tirkiyê bêyî wê nikare gerîlayên li Başûr şehîd bike.

Elî Kerîmî derbarê êrişa PDK’ê û Tirkiyê a li dijî gerîlayên li Xelîfanê ji ROJNEWS’ê re axivî û ev tişt anî ziman:

“Dewleta Tirk ger noker û dardestên wî nebin wê nikaribe li nava Başûrê Kurdistanê de gerîla şehîd bixe.

Ji ber ku li Başûr hêzek heye bi navê binemala Barzanî û divê herkes bawer bike ku ew beşekin ji saziyên dewleta Tirk e, êdî ji bo berjewendiyên Tirkiyê û hizbî kardikin.”

Kerîmî da zanîn binemala Barzanî ji bilî bicihanîna daxwazên dewleta Tirk a dagirker tiştek dinê nake.

Dawiyê Elî Kerîmî diyar kir ku 100 salin gelê Kurd ji ber desthilata PDK’ê bindest maye.

Back to top button