Jinên Kerkûkê: Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e

Bertek û nerazîbûnên li hemberî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO zêde dibin. Di vê derbarê de Jinên Kerkûkê anîn ziman ku Birêz Ocalan ji bo wan jinan rêbereke pir hêja ye û gotin:”Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e”.

Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan roj bi roj tê girankirin.

Jinên li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê derbarê mijarê de ji ANF’ê re axivîn û gotin:

“Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e.”

Endama Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) Kelsûm Mihemed daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha bi lêv kir:

Mixabin Rêber Apo 18 meh in ku di bin tecrîdeke girankirî de ye û tu kes ji rewşa wî agahdar nîne, heta rê nayê dayîn ku parêzer jî bi wî re hevdîtinê bikin.

Kesûmê dibêje, em jinên Kerkûkê daxwaz dikin ku Rêber Apo bê azadkirin.

Çalakvana jin a bajarê Kerkûkê Xelat Şiwanî jî bal kişande ser tecrîda li Îmraliyê û wiha pêde çû;

Dewleta Tirk her tim mîna dagirkerekê nêzî hemû neteweyan bûye, ji ber ku hemû neteweyên din dijminê xwe dibîne.

Xelat anî ziman ku Birêz Ocalan ji bo wan jinan rêbereke pir hêja ye, ji ber ku her tim ji bo serketina jinan di civakê de hewl daye.

Jina welatparêz a bajarê Kerkûkê Leyla Cûma jî diyar kir ku bi saya fikirê Rêber Apo jin di civakê de pêşketin û bûn xwedî roleke sereke.

Leyla Cûma tekez kir ku dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e.

Back to top button