Nivîskarên Rojava: PDK bi rakiririna nexşeya Kurdistanê ispatkir ku di perçebûna Kurdistanê de hevkar e

Bertek û nerazîbûna gelê Kurd yê li hemberî rakirina nexşeya Kurdistanê ji zanîngeha Zaxoyê ji aliyê PDK’ê ve ku bi xwesteka dewleta tirk pêk hat zêde dibe.
Nivîskar û kesayetên welatparêz ên li Rojava, ev kirin wek koletiya ji dewleta Tirk re û binpêkirina nirxên gelê Kurd û parçekirina Kurdistanê nirxandin.
Di axaftinan de bang li hikumeta Başûr hate kirin ku li hemberî nirxên gelê Kurd xwedî li berpirsyariya xwe derkeve û rê nedin dagirkeriyê.

Di 12’ê Îlonê PDK’ê li ser daxwaza MÎT’ê nexşeya Kurdistanê ya ku li ser dîwarê Zanîngeha Zaxo bû rakir.

Di raya giştî a gelê Kurd de ev yek rastî nerazîbûnên mezin hat.

Gelê Kurd ev nêzîkatiya PDK’ê wekî binpêkirina nirxên gelê Kurd destnîşan kirin.

Der barê mijarê de Nivîskar û kesayetên welatparêz ên li Rojava jî axivîn û bertek nîşan dan.

Nivîskarê bi navê Ehmed Silêman diyar kir gel tevahî dizanin ku nexşe û al du sembolên pîroz ên gelan in û nabe kes destdirêjî li wan bike û wan binpê bike.

Ehmed Silêman anî ziman ew wek Kurdistanî vê nêzikatiyê qebûl nakin û wiha got:

“Ev kirin di encama siyaseta dewleta Tirk a dagirker de ye ku dixwaze Kurdan tune bike û vê nexşeyê qebûl nake.

Gerek bû hikumeta Başûr daxwaza Tirkiyê red bikira”

Têkildarî mîjarê nivîskar û endamê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê, Siûd Meîş jî axivî û rakirina nexşeya Kurdistanê şermezar kir.

Siûd Meîş îşaret bi destwerdana dewleta Tirk a faşîst yê di kar û barên Başûrê Kurdistanê de kir û got:

“Desthilata PDK’ê bi vê kiryarê nîşan da ku ew di parçekirina xaka Kurdistanê de bûye hevkar.”

Siûd Meîş banga cezakirina berpirsên vê kirinê kir û bang li PDK’ê jî kir ku li hember gelê Kurd xwedî li berpirsyariya xwe derkeve û rê nede dagirkeriya tirk.

Di dawî de Welatparêzê ji Til Temirê, Ehmed Heyder jî destnîşan kir rakirina nexşeyê armanca dewleta Tirk a dagirker a parçekirina Kurdistana mezin bi cih dike.

Ji ber wê jî hikumeta Başûr berpirsa vê kirinê ye

Back to top button