Di şerê li sînorê Qirxiz-Tacîk de kuştî û birîndar hene

Li ser sînorê Qirxizîstan û Tacîkistanê careke din şer rûda.
Kuştî û birîndar hene.
Careke din rêveberiya herdû welatan ji rewşa heyî hevdu sûcdar dikin.

Li Asya naverast alozî zêde dibin.

Piştî şerê navbera Azerî û Ermenîstanê de, vê carê li sînorê Qirxizîstan û Tacîkistanê şer derket.

Hate ragihandin ku di şer de ji her du aliyan kuştî hene.

Her du alî hev sûcdar dikin.

Wezareta Tenduristiyê ya Qirxizîstanê ragihand ku 18 kes rakirine nexweşxaneyê, 4 jê leşker in.

Hat diyarkirin ku li başûrê rojhilatê welêt li herêma Batkenê 4 leşker bi çekê birîndar bûne.

Komîteya Ewlekariya Neteweyî ya Qirxizistanê diyar kir ku li ser xeta sînor şerekî dijwar diqewime.

Qirxizîstan, Tacîkistanê bi “bombebarankirina xaka Qirxiz bi hemû cebilxaneya xwe ya berdest” sûcdar kir.

Wezareta Rewşa Awarte ya Qirxizîstanê diyar kir ku gelek şêniyên gundên li ser xeta sînor ji herêmê reviyan û diyar kir ku wan sitargeh vekirine.

Ji aliyê din ve Tacîkistan hêzên Qirxiz bi gulebarandina baregehên wan yên li ser sînor tawanbar kir.

Rayedarên Tacîkistanê hîn bîlançoyek nedane ka li aliyê wan kuştî û birîndar hene yan na.

Ajansa Ria Novostî ya Rûsyayê ragihand ku parêzvanekî sînorî yê Tacîkistanê hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Wezareta Derve ya Qirxiz ragihand ku wezîrên derve yên her du welatan ji bo aramkirina rewşê hevdîtin kirine.

Di şerê navbera her du welatan de destpêka hefteyê 2 parêzvanên sînor ên Tacîkistanê hatin kuştin û gelek kes ji her du aliyan jî birîndar bûn.

Hema bêje nîvê sînorê 970 kîlometreyî di navbera Tacîkistan û Qirxizîstanê de tê nîqaşkirin.

Di van salên dawîn de pêvajoya diyarkirina sînor di navbera her du welatên Sowyeta berê de pir hêdî bi pêş ket.

Li ser xeta sînor gelek caran dengê çekan ji her du aliyan tê bihîstin.

Di sala 2021’ê de ji ber heman pirsgirêkê di gelek şerê navbera her du aliyan de zêdeyî 50 kes miribûn.

Back to top button