20 mîlyon kes ji Iraq û welatên derve beşdarî çil rojiya Îmam Hisên bûn

Li Kerbela ya Iraqê merasimên çil rojiya Îmam Hisên pêk tên.
Bexdayê ragihand ku heta niha bêtirî 20 mîlyon kes ji nava Iraq û derveyî welat tevlî çil rojiya Îmam Hisên bûne.
Ji van tenê 5 mîlyon ji derveyî welat hatine.

Berdevkê Fermandariya Giştî yê Artêşa Iraqê Yehya Resul derbarê hejmara kesên tevlî Çileya Îmam Hisên li Iraqê bûne de axivî.

Yehya Resul got;

Îsal li Kerbelayê 15 milyon Iraqî û 5 milyon kesên biyanî tevlî merasîma Çileya Îmam Hisên bûne.

Resul da zanîn serdanên îsal bi awayek rêk û pêk çêbûne û heya niha bê pirsgirêk dewam dike.

Berdevkê Fermandariya Giştî yê Artêşa got;

“Wê heya vegerê, hêzên ewlekariyê li Kerbelaya pîroz bimînin, herwiha hêzên asmanî 24 saetan parastina Kerbelayê dikin.”

10’ê Cotmeha 680 li bajarê Iraq Kerbelayê neviyê Hz. Mihemed, Hz. Hisên hate şehîdkirin.

Merasîmên bîranînê yên ku 40 roj piştî “Roja Aşûrayê” tê lidarxistin îsal rastî eleqeyek mezin hat.

Merasîmên 40 rojiyê ku wekî merasîmên “Erbaîn” tê naskirin îro despê dike.

Her sal di rojên Erbeînê de bi milyonan Îranî bi peyatî sînorên Iraqê derbas dikin û li bajarê Kerbelayê beşdarî merasîmên şînê dibin.

Back to top button