Meclisa Jinan a Edaleta Civakî civînek ji malên jinan ên kantona Hesekê re lidarxist

Meclisa Jinan a Edaleta Civakî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh civînek ji Malên jinan ên li Hesekê re, li dar xist. Civîn bi armanca yekkirina rêzikname û mekanîzmeya kar û xebatên Malên Jinan ên li hemû herêman pêk hat.

Di Gulana 2022’yan de Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek ji Malên Jinan re li dar xist.

Meclisa Jinan a Edaleta Civakî di civînê de, biryara yekkirina rêzikname û mekanîzmeya kar û xebatên Malên Jinan li hemû Kantonan, da.

Di vê çarçoveyê de Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, doh Civînek li dar xist.

Civîna Meclisa Jinan, li hola navenda Kantonê ya bajarê Hesekê li dar ket.

Tê de Nûnerên Rêxistinên Jinan ên kantona Cizîrê û Endamên Meclisa Jinan a Edaleta Civakî beşdar bûn.

Di civînê de Endama Meclisa Edaleta civakî Selwa Silêman perspektîfên rêber APO ên têkildarî azadiya Jinan ku çareseriya yekane ya civakê ye, xwendin.

Her wiha Endama Komîteya Edaleta Civakî Rêcîn Salih Xelef rêziknameya malên jinan xwend û wiha got:

Mala Jinan, saziyeke civakî ya sivîl e.

Armanc dike ku felsefeya Edaleta civakî, Çanda Malbata Demokratîk û jiyana hevbeş belav bike.

Her wiha li dijî hemû cureyên kiryarên dermirovî yên li dijî jinan û zarokan tê dikoşe.

Hewl dide pirsgirêkên jinan û malbatê çareser bike.

Piştî xwendina rêziknameyê, beşdaran nêrînên xwe parve kirin û di dawiyê de gelek pêşniyar kirin, jê jî ev in:

Li dar xistina dewreyên vekirî da ku jin bikarin tev lê bibin.

Li dar xistina pêngavên hişyariyê, di nava komînan de, ji aliyê Edaleta jinan û şîrovekirina qanûnên jinan.

Her wiha zêdekirina bernameyên hişyariyê bi rêya ragihandinê.

li dar xistina civînan bi dadgeh.

Herî dawî zêdekirina koordîneyê di navbera malên jinan û saziyên edaleta civakî de.

Back to top button