Komîteya lihevanînê ya Girkê Legê du malbat li hev anîn

Komîteya Lihevanînê ya navçeya Girkê Legê du malbatên ku ji ber bûyereke kuştinê berî 2 mehan dijberiya hev kirin, li hev anîn.

Li navçeya Girkê Legê beriya demekê malbata Esel El Emsik û Rimo Heskawî pevçinîbûn û di encamê de xortê bi navê Ebas Îdrîs Esel hate kuştin.

Lê Komîteya Lihevanînê ya navçeya Girkê Legê îro ev her du malbat li hev anîn.

Di rûniştina lihevanînê de bi dehan oldar û serokeşîrên Kurd û Ereb û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Destpêkê bi navê eşîra Tey a Ereb, Zêdan Ferhan spasiya xebatên Komîteya Lihevanînê kir û got:

”Em spasiya Komîteya Lihevanînê dikin ji ber keda wê ya ji bo pêkanîna aramiyê, çareserkirina pirsgirêkên xelkên herêmê û belavkirina fikrên biratî û hezkirinê di nav wan de.”

Piştre herdu malbat silav dan hev û soz dan ku wê dijberiyê bi dawî bikin.

Back to top button