30. Mîhrîcana navneteweyî ya Çanda Kurd diyariyê berxwedana Gerîla hat kirin

Îro li Hollandayê 30’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a navnetewî tê li darxistin. Hollanda ji Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî re amade ye

Mihrîcana îsal li bajarê Landgraaf yê Hollandayê bi diruşmeya ”Em ê li dijî dagirkerî û qirkirinê parastina Kurdistanê bikin, Rêber Ocalan azad bikin” wê were lidarxistin.

Endamên Komîteya Amadekariya Mîhrîcanê Nûpel Mûnzûr der barê mihrîcanê de axivî

Nûpel Mûnzûr diyar kir ku wan mîhrîcan diyarî berxwedana gerîlayên Zap, Avaşîn û Metînayê kirine û wiha got:

“Em mîhrîcanê diyarî berxwedana gerîlayên azadiyê ku niha li Zap, Avaşîn û Metînayê liberxwedidin dikin.

Amadekarî wê heta sibehê temam bibin.

Li Rojava, Başûr, Bakur û Ewropa gelek komên stranan wê li mihrîcanê hazir bibin.

Em bang li hemû gelê xwe dikin ku dengê xwe bidin bihîstin û bibin deng ji berxwedana gerîla re, tevlî mihrîcanê bibin.”

Festîval cara yekem di 1992’an de li Almanyayê pêk hat.

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) jî bang li kurdistaniyên ewropayê kir ku tevlî Mihrîcanê bibin.

Back to top button