Jina Kurd Mehsa Emînî bi êşkenceya dewleta Îranê hate kuştin

13’ê Îlonê li Tehrana paytexta Îranê jina Kurd Mehsa Emînî (Jîna Emînî) bi hinceta porê wî xuya dike ji aliyê hêzên Îranê ve hate binçavkirin. Mehsa Emînî bi lêdanê, êşkence hate binçavkirin û ew kuştin

Mehsa Emînî 22 saliye ji bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Mehsa 13’ê îlonê li Tehranê dema li gel birayê xwe ye, tê binçavkirin.

Êriş li stasyona metroyê ya bi navê Heqanî pêk tê.

Hêzên îranê bi hinceta porî wî xuyadike serê xwe baş negirtiye dikin binçavan.

Kesên li stayonê ji bûyerê re şahidî kirine dazanîn ku hêzên îranê êşkence lê kirine, Mehsa di serê xwe de derb dixwe.

Û êşkenceya hêzên îranê li navenda polîsên Îranê jî didome.

Ji ber êşkence û lêdana zêde Mehsa li ser hişê xwe diçe û wê radikin nexweşxaneyê.

Mehsa ev 3 roj bû ku di beşa awarte de dihat dermankirin piştî sê rojan di 16’ê îlnê de jiyana xwe ji dest da.

Doktoran diyar kir ku ji ber derb û êşkenceya mezin xwîn çûye li ser mejiyê Mehsayê ji ber wê nikaribûne Mehsa rizgar bikin.

Piştî bîhîstina wefata Mehsa kurd li rojhilat daketin qadan û desthilata îranê şermezar kirin.

Back to top button