2 Dibistanên nû li kampên Waşokanî û Serêkaniyê tên vekirin

Saziya Perwerdehiyê ya kampên Serêkaniyê û Waşûkanê hazirtiyan dike da ku karibin 6 hezar xwendekarî pêşwazî bikin.

Derbarê mijarê de endamê Komîteya Şopandinê ya saziyê, Salih Hemîdî ji ANHA’yê re axivî û ev tişt anî ziman:

”Hejmara xwendekarên yên li her du kampan zêdetirî 6 hezar xwendekarî ye. Dibistanên heyî têra vê jimarê nake.

Ji bo wê jî em bi koordîneya Desteya Perwerde û Fêrikirinê dibistaneke din li her kampekê amade dikin.

Piştî amadekirina van her du dibistanên nû wê jimara dibistanan li kampan bibe 6.”

Li gorî Salih Hemîdî amadekarî ji bo vekirina her du dibistanan dewam e û tê payîn ku hefteyeke din amade bibe.

Back to top button