HPG’ê: Li Zap û Metîna 19 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li herêmên Zap û Metîna derbên giran li hêzên artêşa Tirk ya dagirker xistin.
HPG’ê diyar kir di encama 25 çalakiyan de 19 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, dronek hate rûxandin û derb li helîkopterekê hate xistin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 15’ê Îlonê li Qada Şehîd Adil ya li herêma Zapê bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker hate xistin û 2 dagirker hatin kuştin.

16’ê Îlonê tîmên bi tevger 4 caran bi rêbaza sekvaniyê û 2 caran jî bi çekên giran li hêzên dagirker xistin ku dixwestin ber bi çeperên şer yên Şehîd Agir ya bi ser Qada Sîda ve werin.

Di encama van çalakiyan de 5 dagirker hatin kuştin, 3 dagirker birîndar bûn û dronek jî hate rûxandin.

Heman rojê li Qada Şehîd Felat ya bi ser herêma Sîda, 3 caran bi rêbaza sabotajê û bi çekên ferdî û bombeyan li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin ber çeperên şer ve werin.

Di encama van çalakiyan de jî 10 dagirker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Dîsa 16’ê Îlonê tîmên bi tevger derb li helîkoptereke Skorsky xistin ku li ser Qada Saca digeriya. Piştî vê çalakiyê helîkopterên din jî ji qadê dûr ketin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li herêma Metîna 15’ê Îlonê tîmên bi tevger yên YJA Starê derb li çadireke dagirkeran xistin.

16’ê Îlonê tîmên bi tevger yên YJA Starê bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker yên li Qada Girê FM û Girê Amediyê xistin, di encamê de 2 dagirker hatin kuştin.

HPG’ê diyar kir ev çalakî ji bo bîranîna salvegera şehadeta yek ji kadroyên pêşeng yê PKK’ê Elî Çîçek û Endama Meclisa PAJK’ê Delal Nûrhaq hatin lidarxistin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 5 caran bi çekên kîmyewî, 27 caran bi balafirên şer, 22 caran helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus, hawan û çekên giran qadên gerîla bombebarankirin.

HPG’ê: 5 Gerîla li herêma Metîna bi çekên kîmyewî şehîd bûn

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir dewleta Tirk di 4’ê Tîrmehê de li herêma Metîna bi çekên kîmyewî êrîşek pêk anîn.

HPG’ê da zanîn di encama êrîşê de 5 gerîlayên bi navê Çekdar Oremar, Mardîn Penaber, Roza Hedar, Rojhat Dilbirîn û Serhed Agirî şehîd bûne.

HPG’ê ji malbatên gerîlayan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Back to top button