Bi hezaran kes tevlî Festîvala Çanda Kurd a 30. Ya navnetewî ya li bajarê Landgraaf a Hollandayê bûn

Festîvala Çanda Kurd a 30. îro li bajarê Landgraaf a Hollandayê hate lidarxistin.
Bi hezaran Kurdên li Ewropayê û dostên wan ji gelek welatên Ewropa tevlî festîvalê bûn.
Di Festîvalê de daxuyanî û peyamên girîng hatin dayîn..

Festîvala 30. a Çanda Kurd a Navnetewî bi slogana ‘Em ê li hemberî qirkirin û dagirkeriyê Kurdistanê biparêzin û Rêber Ocalan azad bikin’ hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ji gelek welatên Ewropa bi çoşeke mezin beşdarî festîvalê bûn.

Di festîvalê de sloganên ji bo azadiya Rêber Ocalan û silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.

Hevserokên KCDK-E’yê Fatoş Goksungur û Yuksel Koç li ser navê komîteya amadekar a festîvalê axivîn.

Ciwanên çalakiya meşa dirêj jî ji bajarê Essenê yê Elmanyayê bi rê ketibûn, piştî meşa bi rojan beşdarî festîvalê bûn.

30. Mîhrîcana navneteweyî ya Çanda Kurd diyariyê berxwedana Gerîla hat kirin

Back to top button