Bi hezaran kes li dijî dagirkerî û talana xwezayê berê xwe dane Çiyayê Cûdî

Li dijî qirkirin û talankirina xwezayê ya ji aliyê dewleta Tirk ve, îro bi hezaran kes bi dirûşmeya “Em li dijî şer û talana xwezayê dimeşin” ber bi Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ve meşiyan.
Li wir Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û diyar kir ku armanca dewleta Tirk qirkirina tevahî xwazaya kurdistanê ye û got ewê li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin.

Li dijî dagirkerî û talankirina xwezaya Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve îro bi hazaran kes bi pêşengtiya TJA, KCD, DBP, HDP û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li çiyayê Çûdî yê Şirnexê li hev kom bûn.

Girseya gel a ku ji gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkkiyê hatibûn ba hev, dema ber bi çiyayê Cûdî ve meşiyan polîsên Tirk bi xaz û ava şid êrişî gel kir û lê nekarî meşê asteng bike.

Piştî meşê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk daxuyaniyek da û got:

“Armanca dewleta Tirk qirkirina tevahî xwezaya kurdistanê ye, dixwazin weke berê Kurdistanê bişewitînin talan bikin û gel ji warê wan bidin koçberkirin.

Lewma divê ku em dijî vê talanê û şer derbikevin û dawî lê bînin.”

Di dawî de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê APO da û diyar kir ku ew li ser riya azadiyê dimeşin.

Çalakî bi dûrûşmeya ‘bijî berxwedana Cûdî’ bi dawî bû.

Back to top button